Dawî karwanên heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siudiyê bi rê dikevin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e îro seet 09:00 dawî karwanên heciyên Kurdistanê bi rêya her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siudiyê bi rê bikevin.

Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 04.06.2024) ragehand, “Dawî karwanên heciyên Kurdistanê bi rêya her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siudiyê bi rê dikevin.”

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji aliyê xwe ve ragehand, “Niha 4340 heciyên Kurdistanê gehiştine nav axa Erebistana Siûdiyê û îro jî dawî karwan bi rê dikevin ku hejmara wan jî dibe 345 hecî.”

Ew yek jî hat eşkerekirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nêz ve û bi giringî çavdêriya piroseya hecê dike û hemî bizavan dike ku bi awayekî baş xizmeta heciyan bike.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Rewşa heciyan gelek baş e û hemî bisilamet in. Her roj tîma tendirustiyê, ku ji 21 pizişk û karmendên tendirustiyê pêk tê, çavdêriya tendirustiya heciyan dike û heta niha çi heciyên Herêma Kurdistanê ji bo nexweşxaneyên Erebistana Siûdiyê nehatine veguhastin û hemî bisilamet in.”

Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê û Serperiştê Piroseya Hecê ya Îsal Şêx Niyaz Raxib Neqşebendî duhî (Duşem, 03.06.2024) gehişt Erebistana Siûdiyê.

Çûna Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê ji bo Erebistana Siûdiyê di demekê de ye ku niha piraniya heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdiyê hatine birêkirin.

Fly Erbil Advertisment