Parêzgerê Dihokê: Me nerîna welatiyan li ser bicihanîna piraniya pirojeyan wergirtiye

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê dibêje, “Di dema çar salên borî de, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 971 pirojeyan li sinorê parêzgeha Dihokê bi cih anîne û di bicihanîna piraniya wan de jî nerîna welatiyan wergirtiye.”

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 04.06.2024) tevlî geşta nûçeyên îro yên K24ê bû û tê de ragehand, “Di dema çar salên borî de, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gojimê zêdetirî yek tirilyon û 100 milyar dînaran, zêdetirî 971 pirojeyan li sinorê parêzgeha Dihokê bi cih anîne û bi awayekî dadperwerane li ser qeza û nahyeyan parve kirine.”

Elî Teter herwesa got, “Piraniya wan pirojeyên di dema çar salên borî de hatine bicihanîn ew bûn ên ku peywendî bi jiyana rojane ya xelkî ve hebû, yanî girêdayî warên rêyan, perwerde, kareb, av û çend warên din bûn.”

Navbirî amaje jî da, “Me ji birêveberên qeza û nahyeyên sinorê parêzgeha Dihokê re ragehandibû ku nerîna welatiyan jî li ser bicihanîna pirojeyan werbigirin. Yanî me nerîna welatiyên xwe li ser awa û cihên piraniya wan pirojeyan wergirtiye yên ku me bi cih anîne.”

Parêzgerê Dihokê eşkere jî kir, “Di warê perwerdeyê de, tenê di sala borî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo çêkirina 30 dibistanan li sinorê parêzgeha Dihokê danaye. Ev jî amaje ye ji bo dilgermî û giringîpêdana Kabîneya Nehê ji bo pêşxistina kertê perwerdeyê li Herêma Kurdistanê.”

Ev di demekê de ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 03.06.2024) di merasîmekê de berê binyatî ji bo her du Parka Aloka û Parka Serhildanê li taxa Berojkê ya bajarê Dihokê bi gojimê 131 milyar û 898 milyon û 515 hezar dînaran dana.

Paşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Baedrê û bi gojimê 135 milyar û 584 milyon dînaran berê binyatî ji bo rêya Baedrê-Êtîtê dana. Ew rê 26 kîlometran dirêj e û bi bihayê 135 milyar û 584 milyon dînaran tê çêkirin. Bi temambûna vê projeyê re, tevahiya rêya Dihok-Hewlêrê dibe dualî.

Fly Erbil Advertisment