Îro li Hewlêrê 9 bûyerên vêketina agir hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand, îro li Hewlêrê 9 bûyerên şewata genimê cotkaran derketine.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Muqedem Şaxewan Seîd ragihand, îro 9 bûyerên vêketina agir li Hewlêrê hatine tomarkirin ku piraniya wan zeviyên cotkaran û genim şewitîne.

Muqedem Şaxewan Seîd ji K24ê re ragihand, di nav wan 9 bûyeran de, kargeheke vezivirandina kartonan ya bê destûr kar dikir jî şewitî ku ti şert û mercên selamtiyê tê de tunebû.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê da zanîn, hemû şewat hatine kontrolkirin û her çend e ti ziyanên canî çênebûne, lê ziyanên madî yên mezin çêbûne.

Derbarê şewitandina genim û zeviyên cotkaran de jî got, 525 donim genim yên 8 cotkaran li navçeya Xebatê şewitîne û ziyan dîtine.