Rêya Kelar-Derbendîxanê heta dawiya îsal temam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku pirojeya rêya Kelar-Derbendîxanê gelek caran hat rawestandin, careke din dest bi karkirina li ser wê pirojeyê hatiye kirin. Birêveberê Birêveberiya Rêyan a Gemiyanê dibêje, “Eger çi arêşe çê nebin, heta dawiya îsal qonaxa duyê ya vê pirojeyê tê temamkirin.”

Pişt ku pirojeya rêya Kelar-Derbendîxanê gelek caran hat rawestandin û paşxistin, careke din bi awayekî baş dest bi karkirina li ser qonaxa duyê ya wê pirojeyê hatiye kirin, ku dirêjiya wê 41 kîlometre ye û bi gojimê zêdetirî 138 milyar dînaran tê bicihanîn.

Birêveberê Birêveberiya Rêyan a Gemiyanê Ednan Xelîl ji K24ê re ragehand, “Zêdetirî 70% ya karên vê rêyê temam bûne û nêzî 35 piran tê de ne.” Amaje jî da, “Eger çi arêşe çê nebin, heta dawiya îsal ev piroje tê temamkirin, ku rêya serekî ya navbera Germiyan û Silêmaniyê ye.”

Ji ber kevnî û xirabiya rêya Kelar - Derbendîxanê, di çend salên borî de gelek rûdanên trafîkê li ser wê rêyê çê bûn û gelek zirarên canî jê peyda bûn, herwesa rêya welatiyên wî sinorî ji bo Silêmaniyê dûr kiriye, niha şêniyên Germiyanê û şofêr li bendê ne ku ew piroje bê temamkirin.

Osman Nacî ku yek ji şofêran e amaje da ku, temambûna wê rêyê hêsankariyeke zêde ji wan re dike û dibe sedema kêmbûna rûdanên trafîkê jî.

Temambûna vê rêyê ji bilî ku dê bandorê li ser kêmkirina rûdanên trafîkê bike, herwesa dê kertên geştyarî û aborî yên deverê jî pêş bixe.