Zaxo.. Termek di Xabûrî de hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li nêzî pira Bêdarê ya bajarê Zaxoyê termek di rûbarê Xabûrî de hat dîtin, polîs li wê derê berhev bûn û ew term ji bo Pizişkiya Dad a Zaxoyê hat veguhastin û dest bi vekolanan kir.
Birêveberiya Polîsên Zaxoyê îro (Pêncşem, 06.06.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Îro li nêzî seet 05:30 ê êvarê, termê kesekê nenas di rûbarê Xabûrî de li nêzî pira Bêdarê ya baajrê Zaxoyê hat dîtin.”
Birêveberiya Polîsên Zaxoyê herwesa got, “Tîmên me yên taybetmend (Belgeyên Tawanan û Polîsên Hawarhatinê) yekser li cihê wê rûdanê berhev bûn.”
Birêveberiya navbirî eşkere jî kir, “Ew term ji bo Pizişkiya Dad ya Zaxoyê hat veguhastin, ji bo diyarkirina sedemên serekî yên mirina wî ji ber ku kelexê wî pûç bûye.”
Her wê rêveberiyê amaje jî da ku vekolanan ji bo eşkerekirina nasnameya wî kesî ji aliyê wan ve dest pê kiriye.