Serokwezîr Mesrûr Barzanî Navenda Eagle Postê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Hezîranê Navenda Eagle Postê, ku taybet e bi karûbarên post û gihandinê ye, li Hewlêrê vekir.
Di çarçoveya hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo dîjîtalîzekirina sîstem û saziyên hikûmetê de, Wezareta Veguhastin û Gihandinê raspard ji bo avakirina sîstema posta dîjîtal, ji bo vê mebestê jî wezaretê kompanyayeke hevpar a bi navê Eagle Post ava kir.
Eagle Post, kompanyayeke gihandina postê ye û hevbeş e ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Li Eagle Postê şandina postê ji çar aliyên cîhanê bo Kurdistanê û ji Kurdistanê jî bo hemû cîhanê tê kirin.
Karûbarên gihandina navxwe û navneteweyî bi rêya derya û asman bi kamyon, otomobîl û motorsîkletan tê kirin û dikarin baran bo seranserê (Asya, Afrîka, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Ewropa û Avusturalya) veguhezînin.
Welatî bi rêya Eagle Postê dikarin belgeyên xwe yên wekî pasaport û nasnameyan jî bi awayekî herî ewledar veguhêzin.