Ano Cewher: Vekirina Navenda Eagle Postê pêngaveke biçûk ji nêrîna Serokwezîr e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Hezîranê Navenda Eagle Postê, ku taybet bi karûbarên post û gihandinê ye, li Hewlêrê vekir.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher di merasîma vekirina Navenda Eagle Postê de got: “Îro li Hewlêrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng ji bo xizmetkirina welatiyên serbilind ên Kurdistanê davêje.”

Ano Cewher diyar kir, bi vekirina navenda sereke ya posteyê bi hemahengî ligel sektora taybet û damezrandina hevpeymaniya “Eagle Post” ji bo nûjenkirina sektora posteyê re, em di Wezareta Veguhastin û Gihandinê de gaveke giring ji bo kêmkirina rûtîn û xerciyên welatiyan û elektronîzekirina xizmetguzariyên girêdayî jiyana rojane ya xelkê, diavêjin.

Herwiha got: “Tiştê ku em di sektora postê de dikin, gaveke biçûk ji nêrîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya di derbarê sektora posteyê de ji bo xizmetkirina welatiyan e.”

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê da zanîn: “Hebûna xizmetguzariyeke posteyê ya nûjen û pêşkeftî, mîna avakirina pirek pêbawer e ku welatiyên me li navxwe û derve bi hev ve girê dide.”

Herwiha got jî: “Me bi kariye projeya intirnetê FTTH bigihînin zêdetirî 400 malan malbatan û em bi xurtkirin û berfirehkirina torên vê arûbarê berdewam dibin.”

Diyar kir jî: “Projeya Înternetê ya bilez geheştiye 3700 ofîsên hikûmî û em berdewam in li ser berfirehkirina tora xwe bo gihandina internetê bi hemû qeza û navçeyan heta deriyên sînorî jî.”

Fly Erbil Advertisment