Mesrûr Barzanî: Pêngava me ya paşerojê dê çaksazîkirina di sîstema navnîşanan de be

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me îro xizmetkariya yekê ya postê dîjîtalî yê hevpar ê kertê giştî û kertê taybet li Herêma Kurdistanê vekir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 09.06.2024) li ser vekirina xizmetkariya yekê ya postê dîjîtalî yê hevpar ê kertê giştî û kertê taybet li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Sîstema postê me pêşve dibe û welatî û dezgehan bi hev re û bi navxwe û derveyê welatî jî re girê dide.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Pêngava me ya paşerojê dê çaksaîkirina di sîstema navnîşanan de be.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 09.06.2024) di merasîmekê de Kompanî û Navenda Eagle Postê, ku girêdayî karûbarên post û gihandinê ye, li Hewlêrê vekir.
Di çarçoveya bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo dîjîtalkirina sîstem û saziyên hikûmetê de, Wezareta Veguhastin û Gihandinê raspard ji bo avakirina sîstema postê ya dîjîtal, ji bo vê meremê jî wezaretê kompanyayeke hevpar a bi navê Eagle Post ava kir.
Eagle Post kompaniyeke gihandina postê ye û ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpar e. Li Eagle Postê şandina postan ji çar aliyên cîhanê bo Kurdistanê û ji Kurdistanê jî bo hemî cîhanê tê kirin.
Karûbarên gihandina navxwe û navneteweyî bi rêya derya û asmanî û bejahiyê bi kamyon, otomobîl û motorsîkletan tê kirin û dikarin baran bo seranserê (Asya, Afrîka, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, Ewropa û Avusturalya) veguhezînin.
Welatî bi rêya Eagle Postê dikarin belgeyên xwe yên wekî pasport û nasnameyan jî bi awayekî herî ewledar veguhêzin.