Tirkiye û Amerîka peyamana dabînkirina F-16an îmze dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ajansa “Anadolu”, Tirkiye ji bo peydakirina firokeyên F-16, peyman bi Amerîkayê re îmze kir.
Çavkaniyên Wezareta Berevaniyê ragihandin, Amerîkayê peymanên derbarê dabînkirina F-16an de îmze kirine û xebata li ser hûrgiliyan di navbera herdu aliyan de berdewam e.
Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî piştî civîna agahdarkirina çapemeniyê ya heftane bersiv dan pirsên rojnamevanan.
Çavkaniyan amaje bi wê jî kirin, piştî biryara ku li ser hûrgiliyan bê dayîn, hûrglî dê bi raya giştî re bên parvekirin.
Rêveberiya Serok Biden di meha Çileya borî de li razî bûbûb ku firokeyên F-16, bi 23 milyar dolarî bifiroşe Tirkiyeyê, piştî ku Enqereyê endamtiya Swêdê bo NATOyê erê kiribû.
Tirkiye daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16 û alavên pêşxistina 80 firokeyên din ji Amerîkayê dike.
Berpisên Amerîkî bi berdewamî digotin, pejirandina Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya Swêdê di NATO de, dê rê li ber Enqereyê veke ku firokeyên F-16 yên Amerîkî bikire.