Li Xurmatûyê teqînek çêbû: 3 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bazara Xurmatû di konteynireke çopê de bombeyek teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, şeva borî derdora 22:00ê li bazara sereke ya Xurmatûyê bombeya ku di nav konteynireke çopê de hatibû bicihkirin teqiya.

Peyamnêrê me got jî: Hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li cihê teqînê belav bûn û tîmên lêkolîna tawanan û polîs dest bi lêkolînan kirin

Rêveberê pPolîsê Xurmatûyê Lîwa Hisên Elî ji K24ê re ragihand, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Xurmatû dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê, piraniya nişticihbûna wê kurd in û hinek Tirkmen û Ereb jî li wî bajarî dijîn. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, bi sedan welatiyên Kurd ji Xurmatû koçber bûn û bi dehan mal û milkên wan hatin talankirin û piştre ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin şewitandin.