Merasîma cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro merasîma roja yekem a cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên cîhanê birêve diçe.
Merasîma cejna Qurbanê li hemû perçeyên Kurdistanê bi serdana goristanan û beşdariya di nimêja cejnê de dest pê tê kirin.
Piştre jî merasîmên cejnê bi serdana malbat, kesûkar û cîranan birêve diçe. Her wiha welatî li tora civakî jî, cejnê li hevdu pîroz dikin.
Hevdem jî, hêzên ewlehiyê, polîs û asayişê planên xwe yên taybet bo parastina rewşa ewlehiyê di rojên cejnê de danîne û kar li ser bicihkirina erkên xwe dikin.
Li gor pêşbîniyan jî, bi boneya cejnê hejmareke berçav ji geştiyaran, bi taybet ji naverast û başûrê Iraqê di rojên cejnê de serdana Herêma Kurdistanê û seryrangehên wê dikin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro ragihand tekez kir: “Ji ber ewlehî, aramî û xwezaya xweş a Kurdistanê, hejmarek mezin ji geştyaran berê xwe didin Hewlêr û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê.”



