Li Semsûrê erdhêjeke bi pileya 3.5 pêkhat
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Çilikxanê ya Semsûrê erdhêjeke bi pileya 3.5 pêkhat.
Saziya Rewşên Lezgîn û Karesata a Tirkiyeyê (AFAD) di daxuyanîyekê de eşkere kir, îro demjimêr 09;01 ê de li navçeya Çilikxanê ya Semsurê bi pileya 3.5 erdhejêk çebûye û kûrahîya 12 kilometreyan hatîye pîvandin.
Herwiha hat ragihandin ku heta neha rewşeke xirap çênebûye.