Berdevkê Komisyona Hilbijartinan: Em amade ne hilbijartinan di dema diyarkirî de bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ew amade ne hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku hatiye diyarkirin de bikin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî îro 26ê Hezîranê ji K24ê re ragihand: “Em amade ne di roja ku ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin, hilbijartinên Parlamentoyê bikin.”
Ev yek di demekê de ye, îro Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024an wekî dema nû ya hilbijartinên gera şeşemîn a Perlemantoya Kurdistanê diyar kir.
Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li dema nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin.