Qamişlo.. Ji ber nebûna av û elektirîkê peydakirina qeşayê bûye barekî din

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê, nebûna av û elektirîkê bûye sedema pirsgirêkeke mezin ji bo hemû welatiyan, ji ber wê jî neçar dibin ku berê xwe bidin kargehên çêkirina qeşayê.

Ji ber nebûna elektirîk û avê, qerebalixek berdewam li ser kargehên bajêr yên çêkirina qeşayê heye, ku hejmara wan li deverê pir kêm e û têra pêwîstiyên xelkê herêmê nake.

Li gorî xwediyên kargehan, nirxê her qalibekî qeşa par ji 6 hezar lîreyên sûrî derketiye nêzîkî 25 hezar lîreyan.

Krîza mirovî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û niha kirîza kargehên çêkirina qeşayê û bilindbûna nirxê wê jî li ser van kirîzan zêde bûye.