Li Tirkiyeyê bihayê kehrebê ji sedê 38 zêde bû

Diyarbekir (K24) - Saziya Birêkûpêkkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ragihand ku, bihayê kehrebê ji sedî 38 zêde bûye. bicihanîna bihayê nû dê ji 1ê Tîrmehê pê ve derbasdar be.

Di daxuyaniya EPDKyê de ev haydarî hatin dayîn:

“Ji ber zêdebûna lêçûnên hilberîna enerjiyê, bihayê firotina dawîn a elektirîkê ji bo koma aboneyên xwecih ji sedî 38, ji bo koma aboneyên xebatên çandiniyê ji sedî 30, ji sedî 38 zêde dibe. Ji bo asta nizim a koma aboneyên sektora xizmetên giştî û taybet û ji bo asta bilind jî %20 zêde bûye.’’