Li gundewarê Çewligê agir bi daristanan ket

Agir
Agir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên Çewligê yên wek Dara Hînê û Gêxî şewata daristanan derketiye û hêzên vemirandinê xebatên xwe didomînin.

Hat ragihandin, li gundên wek Doşekkaya û Darkopru ku girêdayî Dara Hînê û Gêxiya Çewligê ne agir bi daristanan ketiye.

Li gorî agahiyên ji aliyê Gerînendehiya Daristanan ve hatiye parvekirin, xebata vemirandina şewatê berdewam e û leşker, welatî û xebatkarên daristanê jî tevlî xebatên vemirandina şewatê dibin.