Li Mêrdînê li ser xwstina keçekê kesek hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Ertûqî ya Mêrdînê li ser xwastina keçekê, di navbera 3 malbatên ku merivên hev in de, şer û pevçûn derket û kesek hat kuştin.
Malbatên Olgun, Çîmen û Bagiş ku merivên hev in, li ser keç xwestinê nîqaşa wan vegeriya şer û piştre ew şer mezin bû, bi dar, kevir û kulman li hev dan û piştre jî wegeriya şerê bi çek.
Di wî şerî de, guleyek li Umran Olgun 35 salî ket, bi giranî birîndar bû û piştre hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê.
Hat zanîn Umran Olgun li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest da û termê wî ji nexwaşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya Mêrdînê re hat veguhestin.
Derbarê bûyerê de lêkolînan dest pê kir û kesê bi navê Y.O jî hat girtin.