Teqînek li parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyeyê çê bû; sê kuştî hene

Izmîr
Izmîr

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek li parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyeyê çê bû; ji bilî zirarên madî, sê kes jî di wê bûyerê de hatine kuştin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê îro (Yekşem, 30.06.2024) ragehand, “Li bajarkê Turbalê yê Izmîrê, teqînek li qata erdî ya avahiyekî çê bû.”

Wê ajansê herwesa amaje da, “Li dû zanyarên destpêkê, sê kes mirine û nêzî 20 kesan jî birîndar bûne”.

Li dû wê ragehandinê, “Ew teqîn ji ber gaza xwezayî bû û gelek zirarên canî û madî jê çê bûne.”

Her eynî çavkaniyê tekez kir, “Piştî wê rûdanê, Tîmên Bergiriya Şaristanî gehiştine cihê wê rûdanê û rêkarên tund li wê derê bi cih anîn. Herwesa qurbaniyên wê teqînê jî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.”

Fly Erbil Advertisment