Fûad Husên: Di demeke nêz de Hewlêr û Bexda digihîjin lihevkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê gelek pêş ketine û hêviya lihevkirineke nêzîk heye. Di heman demê de, daxwazên kompanyayên petrolê û plana Serokwezîr Sûdanî ya ji bo çareseriyeke yasayî, mijarên sereke yên rojevê ne.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Dr. Fûad Husên, îro 6ê Îlonê di çarçoveya Foruma Enerjiyê ya li Bexdayê de, ji rojnamevanan re derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyaniyên girîng dan.
Husên diyar kir, di guftûgoyan de pêşketinên mezin çêbûne û got: "Danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, bi taybetî di mijara dahatên neneftî de, gelek pêş ve çûne. Ez bawer dikim ku em ê di van rojan de bigihîjin lihevkirinê."
Wezîrê Derve sedema geşbîniya xwe wiha anî ziman: "Pirsgirêk rasterast ne di navbera kompanyayên petrolê û Hikûmeta Herêmê de, yan jî di navbera wan û hikûmeta federal de ye. Ji ber vê yekê, di demeke nêzîk de dê her sê alî bigihîjin encamekê."
Husên da zanîn ku derbarê dahatên nenewtî de ji ber ku li yasayan vegeriyane, gihîştine têgihiştineke hevpar, lê belê got ku her aliyek ji nêrîna xwe ve şîroveya yasayan dike. Wî hêvî kir ku lijne karên xwe heta roja Duşemê biqedînin û rapor roja Sêşemê pêşkêşî Encûmena Wezîran bê kirin ji bo biryareke erênî.
Du Daxwazên Sereke yên Kompanyayên Petrolê
Li gorî zanyariyan, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, kompanyayên hilberîner du daxwazên sereke hene:
- Mesrefên Veguhestinê: Pêdivê hikûmeta federal li hember her bermîlek petrolê, ji bo mesrefên veguhestinê yên ji kêlgehan heta bendera Ceyhanê, di navbera 1 heta 3 dolaran bide kompaniyan. Lê hikûmeta Iraqê ev pêşniyar red kiriye.
- Garantiya Yasayî: Divê hikûmeta Iraqê garantiyê bide kompaniyan û beriya destpêkirina hinardekirinê, peymaneke lihevkirinê ligel Wezareta Petrolê ya Federal îmze bikin. Lê belê, Wezareta Petrolê ya Federal dibêje ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê peymanê bi kompaniyan re îmze bike.
Plana Sûdanî: Yan Lihevkirin, Yan Rêya Yasayî
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye dezgehên yasayî ku beşdarî civînan bibin, da ku çareseriyek were dîtin. Tê payîn ku roja Sêşemê ev mijar di civîna Encûmena Weziran de bi berfirehî were gotûbêjkirin.
Hate diyarkirin ku eger Hewlêr û Bexda li ser şandina mûçeyan li hev nekin, Sûdanî plan dike ku mijarê ji bo çareseriyeke yasayî bişîne Encûmena Dewletê yan jî ji bo biryareke dawî pêşkêşî Dadgeha Federal bike.