Mîthat Sancar: Ji bo aştiyeke mayînde divê yasayên wê werin derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar di komxebata partiya xwe ya li Enqereyê de ragihand, pêvajoyeke aştiyê ya serketî tenê bi soz û gotinan pêk nayê û tekezî li ser pêwîstiya "yasayên aştiyê" kir da ku bawerî çêbibe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li paytext Enqereyê bi sernavê "Pêdiviyên Yasayî di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de" komxebatek girîng li dar xist. Di komxebata ku gelek parlamenter, akademîsyen û pisporên hiqûqê beşdar bûn de, gavên ji bo pêvajoyeke nû ya çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê û yek ji endamên berê yê Şanda Îmraliyê, Mîthat Sancar, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bingeheke yasayî ji bo pêvajoya aştiyê. Sancar destnîşan kir ku ji bo hemû alî bikaribin bi proseyê bawer bin û aştî wek sîstemekê bi cih bibe, divê bingeha wê ya yasayî were danîn.

Sancar got: "Tenê bi axaftin û sozên devkî, bawerî dirust nabe. Bingeh û bawerî bi yasa û bi plan û programên cidî çêdibe. Prose tenê bi gotin û sozan birêve naçe."

Sê Qonaxên Sereke yên "Mafnasiya Aştiyê"

Mîthat Sancar, pêvajoya ku wek "mafnasiya aştî" binav kir, di sê qonaxên sereke de rave kir:

- Dawîanîna Şer û Pevçûnan: "Ji bo vê yekê pêwîstî bi yasayên nû heye. Madem tundî dawî dibe û şerê çekdarî namîne, divê siyaset bikeve şûna wê."

- Çareserkirina Pirsgirêka Bingehîn: "Şer ji ber xwe dernakeve, sedemên şer hene. Ev jî pirsa Kurd e. Divê pirsgirêka ku bûye sedema şer were çareserkirin."

- Avakirina Aştiyeke Mayînde û Civaka Demokratîk: "Armanca dawî gihiştina aştiyeke mayînde û avakirina civakeke demokratîk e. Mafnasî û demokrasî li gel hev in û hev temam dikin."

Komxebata DEM Partiyê dê bi nîqaşên li ser modelên çareseriyê û pêşniyarên yasayî yên ji bo pêşerojê berdewam bike.

 
Fly Erbil Advertisment