Dadgeha Federal: Hejmara Min yasayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federal di bersiva Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, razemendî li ser proseya bankîkirina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bankê (Hejmara Min) da.
Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd roja 1ê Tîrmehê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û amaje bi kir ku bi biryara Dadgeha Federalî, proseya bankîkirina hemû bankên hikûmî û hemû bankên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine pesendkirin, li xwe digire.
Di nameya Dadgeha Federalî de amaje bi lîsteya pêvekirî ya 66 bankên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin, di nav wan de yên ku beşdarî proseyê bûne (Hejmara Min) dike.
Li gorî amarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetirî 400 hezar karmendan navên xwe di projeya Hejmara Min de tomar kirine û 231 amêrên kişandina pereyan (ATM) li seranserê Herêma Kurdistanê hene û heta dawiya sala 2024an, hejmara wan dê bigihe nêzîkî hezar amêrê.
Hejmara bankên ku di projeya Hejmara Min de beşdar bûne heta niha heşt in, ew jî ev in: RT, Cihan, Bexdad, BBAC (bankeke Libnanî), Banka Niştimanî ya Iraqê, Banka Îslamî ya Iraqê, Banka Iraqê ji bo Bazirganiyê (TBI) û Banka Geşepêdana Navdewletî (IDB).