Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li nameya Serokê Dadgeha Federal dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li nameya Serokê Dadgeha Federalî kir û ragihand, ew nameya Serokê Dadgeha Federalî gaveke baş û dadperwerane ye û rê dide karmendan ku bankên xwe hilbijêrin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2ê Tîrmehê li ser nameya Serokê Dadgeha Federalî daxuyaniyek da û amaje bi wê kir, karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke hemû karmendên navçeyên din ên Iraqê, azad in ku mûçeyên xwe di çarçeweya bankên beşdar di vê proseyê de, li her bankeke taybet yan giştî de ku bixwazin, bidest bixin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev biryara Dadgeha Federalî gaveke baş û dadperwerane ye û karmendan azad dike ku bankayên xwe hilbijêrin."

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî rênimayên Banka Navendî ya Iraqê li ser karê xwe berdewam dibe û bankên beşdar di projeya (Hejmara Min) de jî divê li gor wan rênimayan proseyê berdewam bikin, bi awayekî ku hemû mûçewergirên Herêmê heta dawiya vê salê di vê pêvajoyê de bên qeydkirin.

Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd roja 1ê Tîrmehê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û amaje bi kir ku bi biryara Dadgeha Federalî, proseya bankîkirina hemû bankên hikûmî û hemû bankên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine pesendkirin, li xwe digire.

Di nameya Dadgeha Federalî de amaje bi lîsteya pêvekirî ya 66 bankên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin, di nav wan de yên ku beşdarî proseyê bûne (Hejmara Min) dike.

Fly Erbil Advertisment