Parêzgeriya Ruhayê kesên firêzeyan dişewitînin siza dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeriya Ruhayê bo pêşîlêgirtina şewatên zeviyan û ji bo ku fireze neyên şewitandin, bergiriyên tund werdigire û ji bo ku firêze neyên şewitandin jî sizayê pere jî dibire.
Ji aliyê Parêzgeriya Ruhayê ve hat ragihandin ku ji bo ku pêşî li şewatên zeviyan were girtin, bi tîmên ewlkariyê bi awayeke baldarî pişkinîn tên kirin û ji bo ku welatî firêzeyan neşewitînin jî sizayê pere tê birîn.
Parêzgeriya Ruhayê dide zanîn ku di nava 2 hefteyan de ji bo 206 kesên ku firêze şewitandine 14 milyon lîre siza hatiye birrîn.
Parêzgeriya Ruhayê dide zanîn ku ewê bi tu awayî çavên xwe li şewitandina firêzeyan negirin.