Netanyahu li ser doza revandiyan şandekê dişîne Qeter û Misrê
Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê amajeyê dide, “Benjamin Netanyahu ji Serokê Amerîkayê re ragehandiye ku ji bo berdewamiya danûstandinên li ser girtî û revandiyan li Xezzeyê şandekê dişîne cem navbeynkaran.”
Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê parve kiriye, “Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re ragehandiye ku ji bo berdewamiya danûstandinên li ser girtî û revandiyan li Xezzeyê şandekê dişîne cem navbeynkarên Qeterî û Misrî.”
Koçka Spî ya Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, “Biden û Netanyahu di peywendiyeke tilefonî de danûstandin li ser dawî bersiv û helwestên Bizava Hemasê ya Filistînî di derheqa agirbestê û lihevguhertina zindanî û revandiyan de kirine.”
Koçka Spî herwesa amaje daye, “Serokê Amerîkayê pêşwaziya biryara Netanyahu ji bo şandina şandekê ji bo cem navbeynkarên Qeterî û Misrî kiriye.”
Koçka Spî herwesa ron jî kiriye, “Biden û Netanyahu pêşwaziya wê civînê kiriye ya ku biryar e li roja 15ê vê mehê di navbera tîmên ewlehiya niştîmanî yên her du aliyan li ser şerê Xezzeyê bê kirin.”