Îşev hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bi welatiyên parêzgeha Silêmaniyê re tê pêşkêşkirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de bi hejmareke welatiyên parêzgeha Silêmaniyê re danûstandinan dike, bi hûrî guhdariya daxwaziyên wan dike û bersiva pirsyarên wan dide.

Hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bi hejmareke welatiyên parêzgeha Silêmaniyê re îşev (Yekşem, 07.07.2024) seet 09:00 tê pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de bi hûrî û bi giringî ve guhdariya xwastek, daxwazî, pêdivîtî, pêşniyar û têbîniyên xelkî dike û bersiva pirsyarên wan dide.

Li destpêka wê hevdîtinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bixêrhatina kesên berhevbûyî dike û tevî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo civîna bi wan re dibêje, “Ez hêvîdar im ku em danûstandineke vekirî, xweyî û dostane bikin.”

Nûnerên tex û çînên parêzgeha Silêmaniyê bi dilxweşî ve pêşwazî û mêvandariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û Silêmaniyê wekî mala wî dibînin, li beranberî wê yekê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî jê re dibêje, “Ez xwe xizmetkarê we tevan dibînim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav danûstandinan de balê dikişîne ser çend pirsan, wekî pirsa pirojeya Hejmara Min ku ji bo xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye danan, û dibêje, “Ew piroje tenê ji bo xizmeta welatiyan e, ez nizanim çima dijatiya wê tê kirin.”

Di derheqa mûçeyan de ku pirsyara yek ji kesên berhevbûyî bû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, “mûçeyên bê ax û keramet bihayê xwe nîne.”

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kêşa ser weê yekê ku, çend danûstandinên wesa bi tex û çînên din ên Herêma Kurdistanê re kirine û dilxweş bûye ku ji nêz ve dîtin û nerînên xwe li hev guhertine.