Kerkûk.. daxwaz tê kirin ku Serbazgeha Tobzawayê bibe monument

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinên warê Enfal û jenosîdan daxwazê dikin ku Serbazgeha Tobzawayê ya li başûrê Kerkûkê ku westgeha Enfala Kurdan bû bibe monument, ji bo ku ew tawana mezin ya ku li beranberî xelkê Kurdistanê hatiye kirin winda nebe û ji bo nifşên bê bibe bîranînek û cihek.

Hesen Baram ku yek ji rizgarbûyiyên Enfalê ye ji K24ê re got, “Hatina Tobzawayê hejmareke birînan dikule, li vê derê ezîzên me hemî hatin komkirin û her li vê derê jî piroseya qirkirin û nehêlana gelê me hat destpêkirin. Li vê derê, nas û kesûkarên me hemiyan tên bîra me.”

Çend rêkxistinên sivîl û warê Enfalê û jenosîdan daxwaza parastina cihê Serbazgeha Tobzawayê û çêkirina monumenteke hejî li wê serbazgehê dikin.

Hemî ew bizavên ku heta niha ji bo çêkirina monumenta Enfalê li Tobzawayê hatine kirin bêencam bûne, rêkxistinên warê Enfalê û jenosîdan wekî komeke givaştinê daxwazê dikin wê pêngavê bileztir bikin.

Fly Erbil Advertisment