Îşev pişka duyê ya hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û xelkê Silêmaniyê tê pêşkêşkirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî heftiya borî hevdîtinek bi hejmareke welatiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê re kir, guhdariya daxwaziyên wan kir û bersiva pirsyarên wan da.

Piştî ku şeva borî, pişka yekê ya wê hevdîtinê hat pêşkêşkirin, îşev (Duşem, 08.07.2024) seet 09:00 pişka duyê ya hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên tex û çînên cuda cuda yên sinorê parêzgeha Silêmaniyê li ser şaşe û platformên medyaya civakî ya K24ê tê pêşkêşkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de bi hûrî û bi giringî ve guhdariya xwastek, daxwazî, pêdivîtî, pêşniyar û têbîniyên xelkî dike û bersiva pirsyarên wan dide.

Li destpêka wê hevdîtinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bixêrhatina kesên berhevbûyî dike û tevî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo civîna bi wan re dibêje, “Ez hêvîdar im ku em danûstandineke vekirî, xweyî û dostane bikin.”

Di pişka duyê ya wê hevdîtinê de, kesên berhevbûyî çend pirsyaran li ser arêşe û aloziyên ku xema tevahiyê ne arasteyî Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bersiva wan dide.