Li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê Pişka Şêwirmendiya Zarokan hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê Pişka Şêwirmendiya Zarokan hat vekirin.
Ragehandina Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Hewlêrê îro (În, 12.07.2024) ragehand, “Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê keft ber xizmeta zarokan.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Ji ber ku qerebalixeke zêde li ser Nexweşxaneya Raperînê ya Nexweşiyên Zarokan hebû, pêxemetî çarekirina zarokan û bêbarnebûna wan ji xizmetkariyên tendirustî, me karî Pişka Şêwirmendiya Zarokan bi çend pizişkên şareza di warê nexweşiyên zarokan de li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê vebikin.”
Herwesa di pilanê de ye ku di demeke nêzîk de li demên din jî yên êvar û şevan ew xizmetkarî ji bo çareseriya zarokan bikeve xizmetê.
Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Hewlêrê herwesa amaje da, “Em li vê derê pêdivî dibînin ku destxweşiyê li birêveber û desteya kargêrî ya nexweşxaneyê û pizişkên şareza bikin, ku bi dilgermî ve ji bo dabînkirina vê xizmetkariyê di xebatê de bûn.”