Wezîrê Darayî: Me karekî cidî ji bo herdemîkirina fermanberên girêbest kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nûnerên fermanberên girêbest re civiya û ragehand, “Me karekî cidî ji bo herdemîkirina fermanberên girêbest kiriye.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro (Duşem, 15.07.2024) pêşwaziya nûnerên fermanberên girêbest kir.

Li dû ragehandina Wezareta Darayî, di wê hevdîtinê de Wezîrê Darayî bal kêşa ser bizavên wezaretê û Lijneya Bilind a Civata Wezîran, ku li roja 08.05.2024ê bi merema bicihanîna biryareke durist li ser herdemîkirina fermanberên girêbest ji aliyê qanûnî û kargêrî û darayî ve hatiye pêkanîn, ji bo ku bikarin wekî fermanberên herdemî mafên wan jî parastî bin.

Di dema borî de lijneya bilind civîna xwe kiriye û niha doza şandina civata xizmetê hatiye kirin, ji bo ku rêkarên hunerî û kargêrî bên temamkirin.

Ron jî kir ku wekî Wezareta Darayî herdem tekezî û piştevanî ji bo fermanberên girêbest kirine û di dema borî de jî her tiştekî girêdayî wê wezaretê bûbe li ser kar kiriye.

Herwesa ji bo terxankirina darayî û diyarkirina mîlakatên pêdivî li ser astê wezaretê û dezgehên peywendîdar, bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî û Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê re jî li ser xetê ne.

Fly Erbil Advertisment