Li Diyarbekir û Mêrsînê, pênc kes bi tometa endamtiya KCKê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir û Mêrsînê, pênc kes bi tometa endamtiya KCKê ji aliyê cendermeyan ve hatin binçavkirin.
Fermandariya Cendermeyan a Mêrsînê ragihand, hewlên wan ji bo astengkirin û eşkerekirina karên KCKê berdewam dibin û bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, li Mêrsîn û Diyarbekirê operasyonên hevdem hatine kirin.
Diyar kir jî, di encama operasyonan de, bi tometa endamtiya KCKê, 5 kes hatine binçavkirin.
Fermandariya Cendermeya a Mêrsînê her wiha got, tevî kesên hatine binçavkirin, hejmareke mezin ji dokumentên rêkxistinê jî hatine desteserkirin.