Ezîz Ehmed: Vê heftiyê zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyan bi rêya Hejmara Min mûçeyên xwe werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Vê heftiyê zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyên lîwayên hevpar bi awayê dîjîtalî mûçeyên xwe werdigirin.”
Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro (Sêşem, 16.07.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyên lîwayên hevpar di vê heftiyê de bi awayê dîjîtalî mûçeyên xwe werdigirin.”
Ezîz Ehmed amaje jî da, “Ev gelek sal in ku ev çaksaziya niha ji aliyê hevparên navdewletî ve tê piştevanîkirin.” Tekez jî kir, “Heta dawiya îsal hemî lîwayên hevpar bi rêya dîjîtalî mûçeyên xwe werdigirin.”
Ev di demekê de ye ku îro (Sêşem, 16.07.2024) 676 milyar û 36 milyon dînar wekî mafê mûçeyên her du mehên Gulan û Hezîranê yê hêzên Pêşmergeyan û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, li ser hejmara bankê ya Wezareta Darayî û Aborî li tayê Hewlêrê yê Banka Navdewletî ya Îraqê hatin zêdekirin.
Piştî rojekê ji peywendiya tilefonî ya navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê, li roja 11.07.2024ê biryara xerckirina mûçeyên mehên Gulan û Hezîranê yên Wezareta Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve hat dan.