Toreke mezin a qaçaxçiyan bi tometa veguhastina koçberên Kurd hat sizadan

Hejmareke koçberan bizavê dikin ku bieghin Ewropayê
Hejmareke koçberan bizavê dikin ku bieghin Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeheke Brîtanyayê toreke mezin a qaçaxçiyan bi tometa veguhastina bi sedan koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê siza dide.

Dadgeheke bajarê New Castle yê Brîtanyayê şeş kes bi tometa qaçaxçîtî û veguhastina neqanûnî ya bi sedan koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê siza da, lê diyar nekir ka çi siza ye.

Ajansa Niştîmanî ya Tawanan li Brîtanyayê parve kiriye, “Ew şeş tometbar ku Kurd jî di nav de ne bi navên Mihemed Zade, Parêz Ebdula, Xalid Mehmûd, Bêston Salih û Gorbret Sing û Marik Soshanich pareke toreke bazirganîkirina bi mirovan bûn û bingeha wan li bajarê Teesside yê Brîtanyayê bû. Pêştir jî li sala 2017ê li beranberî wergirtina 5 hezar heta 10 hezar pawendan gelek kes bi qaçaxî veguhastine Brîtanyayê.”

Wan tawanbaran bi awayekî neqanûnî di erebe û barhilgiran de gelek koçber veguhastine Brîtanyayê. Wan ew koçber ji welatên Fransa, Belçîka û Holandayê rakirine û derbazî Brîtanyayê kirine.

Pêştir jî li sala 2018ê wê ajansê parve kiribû ku, di operasyoneke mezin a li dijî toreke bergoman a tawanan, 21 bergoman ku bi eslê xwe Kurd in û bi veguhastina neqanûnî ya bi sedan Kurdên Herêma Kurdistanê tometbar in li Brîtanyayê hatin desteserkirin.

Fly Erbil Advertisment