IHD: Li Bakurê Kurdistanê di 6 mehan de zêdetir ji 3895 binpêkirin hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) ragihand, li Bakurê Kurdistanê di heyama şeş mehan de zêdetir ji 3895 binpêkirin hatine tomarkirin.

Cîgira Komeleya Mafên Mirov Rumeysa Denîz Kaya raporta şeş mehan a binpêkirinan eşkere kir û got, hemû binpêkirin ji ber neçareserkirina pirsa Kurd hatine kirin.

Li gor raportê, li Bakurê Kurdistanê 1164 kes bi sedema derbirîna hizr û ramanê hatine binçavkirin ku 88 ji wan zarok in. Li navçeyê êrişî 527 mal û navnîşanan hatiye kirin û derbarê 520 kesan de lêpirsîn hatine vekirin.

Her li gorî wê raportê; di zîndanan 3 girtî bi nexweşiyê, 2 girtî jî bi xwekuştinê canê xwe jidest dane.

Hat diyarkirin jî, di heyama şeş mehan de, 44 çekdarên PKKê, 21 polîs û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê û 65  sivîl hatine kuştin, 137 kes jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment