KESK: TUÎK rewşa rastî ya aborıyê vedışêre
Diyarbekir (K24) – Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) li tevahiya Tirkiyeyê çalakiyek bo başkirina şert û mercên xebatkaran û malnişînan li dar xist. Di çalakiyê de bal hate kêşan ku li Tirkiyeyê ji her 4 kesan kesek bêkar e û ji her 2 kesên xebatkar jî dahata kesek xebatkar di bin sînorê birçîbûnê de ye.
Di 16ê Tîrmehê de bang hatibû kirin ku li hemu bajarên Tirkiyeyê çalakiyek bo başkirina muçeyan were li darxistin. Di çalakiyê de xebatkaran û nunerên xebatkaran amaje kirin ku ewê radestî hejariyê nebin. Di çalakiya Diyarbekirê de bal hate kêşan ku li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 17 milyon û 114 hezar û 912 welatî bi alikjariyên civakî debara xwe dikin û muçeyê pirraniya xebatkaran jî têra debaran wan nake ku kêmtirîn muçe dimîne bin sînorê birçîbûnê de jî û ji her du xebatkaran xebatkarek kêmtirîn muçe distîne.
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Şaxa Diyarbekirê Guneş Ozel got: “Kirêyên xaniyan ji 10 hezarî dest pê dike li metrepolan ji 20 hezarî jî zêdetir e lê Saziya amaran TUÎK dibeje li gorî helawsanê kirê buye 5 hezar û 845 lîr, kîloya penêr 250, kîloya zeytûn 200 lîre kîloya goşt 600 lîre ye lê TUÎK dibêje penêr 149 , zeytun 134, goşt 433 lîre ye, li gorî TUÎKê pirsgirêk nîne bihayê her tiştî nîvenîv erzantir e. Rewşa rastî tê veşartin.”
Di çalakiyan de rewşa malnişînan jî hat rojevê ku malnişîn dibêjin ji xwe muçeyên wan têra debara wan nedikir û ser de jî zamên nu hatin ser bazarê û xurekan lê zamên hatîn ser muçeyên malnişînan ji pêdiviyan gelek dûr in.
Malnişîn: “Em 10 hezar lîre muçe distînin lê kirêyên xaniyan bune 10-15 hezar, debara me nabe, divê herî kêm 35 hezar be.”
Malnişîn: “Divê herî kêm 30 hezar be da ku em debara xwe bikin, ez diçim emeletiyê dikim da ku debara xwe bikim ji ber ku zarokên min dixwînin.”
Fermanbar, xebatkar, malnîşîn dibêjin her meh li gorî meha borî rewşa aboriyê xiraptir dibe û muçeyên wan jî ji bo ku debara xwe bikin divê li gorî helawsana rasteqîn were dayîn.