2 endamên hewalgêriya PKKê hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hewalgêriyê ya Tirkiyeyê ragihand, li Stenbol û Enqereyê du endamên hewalgêriya PKKê hatine girtin.

Dezgeha Hewalgêriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) û Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê bi operasyonên hevbeş, du kes (Sadik Topaloglu yê bi nasnav “Halîl” û Mehmet Savaş) bi tometa endamtiya Dezgeha Hewalgêriya PKKê binçav kirin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, kesên hatine binçavkirin li Qendîlê hatine perwerdekirin, li gel berpirsên bilind ên PKKê mane û pişt re bo bajarên mezin yên Tirkiyeyê bi armanca hewalgêrî û komkirina alîkariya darayî, hatine erkdarkirin.

Hat ragihandin jî, “Sadik Topaloglu piştî ku li Tirkiyeyê hatiye erkdarkirin, di bin navê rojnamegeriyê de agahî berhev kirine, bi Mehmet Savaş re xebatên aboriyê pêk aniye û ji endamên rêxistinê yên li Sûriyeyê re melzeme peyda kirine.”

Fly Erbil Advertisment