Ursula von der Leyen wekî Seroka Komisyona Ewropayê hat hilbijartin

Ursula von der Leyen
Ursula von der Leyen

Navenda Nûçeyan (K24) - Ursula von der Leyen wekî Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê hat hilbijartin û heta pênc salên din dê li ser postê xwe bimîne.

Perlemanterên Yekîtiya Ewropayê îro (Pêncşem, 18.07.2024) Ursula von der Leyen wekî Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê hilbijart û heta pênc salên din dê li ser postê xwe bimîne.

Ajansa France Pressê parve kiriye, “Di civîna îro ya Rêkxistina Yekîtiya Ewropayê de li Strasburgê, piştî razîbûna her 27 welatên endamên wê rêkxistinê, Ursula von der Leyen wekî Seroka Komisyona Bilind a Yekîtiya Ewropayê hat hilbijartin.”

Piroseya dengdanê bi awayekî nihênî hat kirin lê li dû encaman, Ursula von der Leyen bi 401 dengên belê li beranberî 284 dengên dij, tevî 15 dengên bêalî û 7 dengên pûçbûyî ji bo gera duyê ya Serokatiya Komisyona Bilind a Yekîtiya Ewropayê hat hilbijartin.

Bi vî awayî wê xanima bi eslê xwe Alman karî piraniya dengan bi dest bixwe û heta pênc salên din li serokatiya wê komisyonê bimîne.

Hilbijartinên Perlemana Ewropayê li serê meha borî hatin kirin. Li dû dawî encaman, partiyên rastrê piraniya kursiyên Perlemana Ewropayê birin û li beranberî wê yekê jî kursiyên Partiya Kesk û Lîbralan kêm bûn.

Fly Erbil Advertisment