Bi raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî sîstema tendirustiyê li Herêma Kurdistanê tê damezrandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sîstema zanyariyan a tendirustiyê li Herêma Kurdistanê tê damezrandin.”
Bi hevahengiya Îtalya û Zanîngeha Romayê, Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 18.07.2024) konferansa sîstema zanyariyan a tendirustiyê bi rê ve bir. Wezîrê Tendirustiyê jî ragehand, “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, dest bi damezrandina vê sîstemê tê kirin. Armanca wê sîstemê jî girêdana dezgehên wezareta wan bi hev re ye, tevî pêşxistina kertê tendirustiyê li Herêma Kurdistanê.”
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî amaje jî da, “Ji ber çend qeyranan li Herêma Kurdistanê, wekî şerê dijî teroristên DAIŞê û belavbûna pejîka Koronayê, sistî keft wê pirojeyê û heta radeyekî karên wê rawestiyan jî, lê bi heza Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kabîneya Nehê, herwesa piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Îtalyayê û serdan û civînên wî bi aliyên peywendîdar re dest bi damezrandina wê pirojeyê hat kirin.”
Wezîrê Tendirustiyê amaje jî da, “Yek ji hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tîma serperişt a HISê li Herêma Kurdistanê re, ku Pirofesor Leonardo serperiştiya wê pirojeyê dike, bi Tornado Vernet ji Zanîngeha Romayê re bû.”
Saman Berzincî herwesa got, “Ew piroje bi rêya îmzakirina lihevkirinnameyeke hevpar bi Zanîngeha Romayê re û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Îtalyayê bi şiyaneke zêdetir û bi awayekî berfirehtir û bi astekî bilindtir hatiye destpêkirin.”