Koçer îsal pezên xwe birin zozana Fereşînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Zozanên Fereşîn bi av û hewa û çêreya xwe li ser asta Kurdistanê bi navûdeng e. Fereşîn demên dirêj ji ber şer û pevçûnan bo koçeran qedexe bû, lê îsal zêdetirî 400 hezar ajel li zozana Fereşînê tên çêrandin û xwedîkirin. Koçer dibêjin, dema digihin zozanên Fereşînê, tendirustî û derûniya wan û ajelên wan jî diguhere.
Fereşîn li sêgoşeya parêzgehên Colemêrg, Wan û Şirnexê deşteke fireh û hêşîn dirêj dibe. Zozana Fereşinê, bi çêre û ava xwe li ser asta Kurdistanê bi navûdeng e. Ava Fereşînê ku li zozanê lêfan li xwe dide, serkaniyê Çemê Xabûrê ye û beşeke girîng ya Rûbarê Dîcle ye.
Koçerên ku zivistanên xwe li deşt û geliyên Cizîr û Mêrdîn û Sêrtê derbas dikin, havînan berê xwe didin zozanên bilind. Îsal zêdetirî 400 hezar mî û bizin hatine zozanên Fereşînê.
Koçerek dibêje: “Ava vê derê, hewa û jiyana vê derê pir cuda û xweş e. Heta çavê te bibîne kesk e, hewa fênik û paqij û tijî oksîjen e. Mirov û ajel li vê derê jîndar dibin. Ajel dema li Cizîrê ye cuda ye.”
Li gel şivanan karê giran li ser stûyê Bêrîvanan e. dotina pez û amadekirina şîr ji bo mast û penîrê. Beşek Koçeran jî zivistana xwe Sêrtê derbas kirine.
Koçerekî din dibêje: “Em ji Sêrtê 20’ê meha Nîsanê bi re ketin û bi çêrandina pezî gihiştin vê derê. Heta 25’ê îlonê em li vê derê dimînin. Av û hewaya vê derê pir cuda ye. ji mî heta berx, şîr heta goşt hemû tiştên vê derê cuda û berhemdar in.”
Zozanên Fereşînê demek dirêj ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, ji bo koçeran hatibû qedexekirin û ajeldariya navçeyê ziyaneke mezin dîtibû. Nebaşiya rewşa abûriya Tirkiyeyê û sistbûna şer û pevçûnan rê dide careke din ajeldarî geş bibe da ku beşeke welatî bikaribin pêdiviyên jiyana xwe dabîn bikin.