J.D. Vance: Eger Îran pabendî rêkeftinê nebe, em ê dîsa dest bi êrîşan bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ragihand, heke Tehran pabendî sozên xwe yên di çarçoveya peymanê de nebe, Donald Trump ji bo destpêkirina êrîşên leşkerî yên li ser Îranê ti dudiliyekê nîşan nade.
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News" destnîşan kir, nabe bawerî bi reftarên Tehranê bê anîn û got: "Welatên Kendavê bi hişyarî li hikûmeta Îranê dinêrin, ji ber ku nikarin pêşbînî bikin ku Tehran dê di pênç salên pêş de çi bike. Lê tevî vê yekê jî, ew di vê pêvajoyê de derfetekê ji bo aramiya navçeyê dibînin."
Vance her wiha anî ziman ku hemû kartên fişarê di destê Washingtonê de ne. Herwiha hişyarî da ku heke Îran sozên xwe bi cih neyne, dê hemû wan îmtiyazên ku di peymanê de jê re hatine naskirin ji dest bide û aboriya wê bi krîzeke girantir re rû bi rû bibe.
Cîgirê Serokê Amerîkayê tekez kir: "Ez bawer dikim ku Trump ji bo destpêkirina bombebaranan an vegerandina dorpêçan dudil nabe. Heke pêdivî pê hebe, ew ê bê guman vê gavê biavêje."
Cîgirê Serokê Amerîkayê da zanîn, armanca sereke ya Donald Trump ne "guhertina rejîmê" li Îranê ye. Herwiha got: "Armanca Trump ew e ku Tehran reftarên xwe biguherîne û di navçeyê de mîna 'dewleteke asayî' tevbigere."
Ev daxuyaniyên Vance di demekê de tên, alozî û danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de derbasî qonaxeke nû bûne û çavên cîhanê li ser peymana nû ne.