Dihok.. Şerê Tirkiye û PKKê rêjeya hatina geştiyaran kêm kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Komelgeha Geştiyarî ya Avaşînê ragihand, bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê, hejmara geştiyaran kêm kiriye.
Berpirsê Komelgeha Geştiyarî ya Avaşînê Herman Herikî îro 21ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, geştyar bi berdewamî tên geliyê Şêranê û navçeyê, ewên tên jî piraniya wan malbatên Iraqî ne.
Herman Herikî got: “Niha ji ber bombebarana artêşa Tirkiyeyê û şerê li dijî PKK'ê hejmara geştiyaran kêm bûye. Yên ku tên tenê geştiyarên Ereb in. Kurd jî ji ber metirsiya şer li herêmê nayên.”
Diyar kir jî: “Geştiyar tên geliyê Şêranê, lê ez texmîn dikim ku ji ber du sedeman, geştiyar kêm bûne, ew jî metirsiya bombebarankirina van deveran û hatina Aşûrayê ye.”
Serokê Komelegaha Geştiyarî ya Aveşînê got: “Hejmara geştyarên Kurd ên ku tên geliyê Şêranê ji sedî 80 kêm bûye û geştiyarên ji başûr û navenda Iraqê jî ji sedî 50 kêm bûye”.