Agir bi benzînxaneyeke Qamişloyê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo agir bi benzînxaneya Cezîrê ket û tankereke sotemeniyê teqiyan.
Li gorî çalakvanên Qamişlo, tankereke sotemeniyê li benzînxaneya Cezîre teqiya û tîmên agirkujiyê berê xwe dan cihê bûyerê û agir kontrol kirin.
Heta niha ti agahiyên zêdertir derbarê ziyanan û sedema derketina şewatê de nehatine ragihandin.