Neteweyên Yekgirtî haydariya hişkesaliyê li Îraqê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî haydariya hişkesaliyê li Îraqê dide û radigehîne, “Îraq di demeke nêzîk de bi rêjeyeke kêm nebe, nikare pêdivîtiyên avê dabîn bike.”
Rêkxistinkerê Neteweyên Yekgirtî û Rêkxistinkerê Karûbarên Mirovî li Îraqê Xulam Mihemed Îshaq îro (Duşem, 22.07.2024) di konferanseke rojnamevanî de haydariya hişkesaliyê li Îraqê da.
Xulam Mihemed Îshaq ron jî kir ku, “Îraq yek ji wan welatan e yên ku keftine bin bandora nerênî ya hişkesaliyê û kêmaviyê, lewma Neteweyên Yekgirtî di vê çarçoveyê de alîkariya wê dike.”
Navbirî amaje jî da, “Îraq li sala 2025ê tenê dikare bi rêjeya 15% ya pêdivîtiyên xwe li ser avê dabîn bike.”
Tora World Weather Attribution WWAyê li roja 08.11.2023ê di nûtirîn raporta xwe ya şirovekarî de eşkere kir, “Bilindbûna pileyên germê ji ber guhertina keşûhewayê li beranberî dema borî li Îraq û Sûriyeyê 25 caran hind zêde bûye, di demekê de ku li Îranê rêje 16 caran hind e.”
Raporta WWAyê tekez jî kiribû, “Çavkaniya serekî ya bilindbûna pileyên germê li Îraq, Sûriye û Îranê di dema çend salên borî de rasterast peywendî bi derxistin û berhemanîna petrol, gaz, xelûz û çend pêkhate, kanza û madeyên din ên xwezayî ve heye.”