Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya xwendekarê yekê yê Kerkûkê dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide ku, peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehandiye xwendekarekî Kurd ê Kerkûkê, ku li ser astê pola 12ê li Îraqê bilindtirîn nimre bi dest xistine û bûye serkeftiyê yekê.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Duşem, 22.07.2024) ragehand ku, bi tilefonê peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehandiye xwendekar Kardo Ferhan Ebdulkerîm, ku li ser astê Îraqê li xwandina Kurdî li parêzgeha Kerkûkê bûye serkeftiyê yekê.

Alan Heme Seîd herwesa di postekê Facebookê de jî spasiya mamosta û xwendekarên xwandina Kurdî li Kerkûkê kir û daxwaza serkeftinên berdewam jê re kir.

Navbirî ji K24ê re jî ragehand ku, serkeftiyê duyê li hemî Îraqê yê pola 12ê xwendekarekî din ê bajarê Kerkûkê ye, û pîrozbahiya wî jî kirin.

Fly Erbil Advertisment