Wezîrê Perwerdeyê peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehand her sê xwendekarên yekê yên Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehand her sê xwendekarên yekê yên Kerkûkê û spasiya malbat û mamostayên wan jî kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Duşem, 22.07.2024) ragehand, “Me îro bi rêya peywendiya tilefonê peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehand her sê xwendekaran Şanya Şehab Welî, Saye Îbrahîm Xelîl û Lave Wirya Serdar û malbatên wan, ku serkeftiyên sêyê yên pişka zanistî ya pola şeşê amadeyî ne, li ser astê xwandina Kurdî li Kerkûkê bi komnimreya 99.43.
Wezîrê Perwerdeyê amaje jî da ku, bi her yek ji Ala Reşîd Kerîm ku bi komnimreya 91.63 bûye serkeftiya yekê ya pola şeşê wêjeyî li ser astê xwandina Kurdî li Kerkûkê, Sirwe Rizgar Heme ku bi komnimreya 89.14 bûye serkeftiya duyê ya pola şeşê wêjeyî li ser astê xwandina Kurdî li Kerkûkê û Şehên Behaedîn Fetah ku bi komnimreya 86.14 bûye serkeftiya sêyê ya pola şeşê wêjeyî li ser astê xwandina Kurdî li Kerkûkê re axiftiye û peyama pîrozkirinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gehandiye wan û malbatên wan.
Wezîrê Perwerdeyê spasiya mamostayên xwandina Kurdî li Kerkûkê jî kir, ji ber wê serkeftina ku ji aliyê xwendekaran ve di ezmûnên giştî yên pola şeşê amadeyî de bi dest xistiye.
Pêştir jî Wezîrê Perwerdeyê ragehand, serkeftiyên yekê û duyê li ser astê hemî Îraqê du xwendekarên xwandina Kurdî yên Kerkûkê ne, ku ew jî Kardo Ferhan bi komnimreya 100 û Saman Mihemed bi komnimreya 99.71 ji dibistana Rewşenbîrî ya kuran in û ew serkeftin bi dest xistiye û peyama pîriozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehandiye wan û malbatên wan.