Ji ber êrîşeke Israîlê li nêzî Xan Yûnisê zêdetirî 270 kesan hatin kuştin û birîndarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber êrîşa artêşa Israîlê li ser Xan Yûnisê li başûrê kertê Xezzeyê, bi kêmî ve 77 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.
Ajansa Wefayê ya Filistînî ya nûçeyan îro (Sêşem, 23.07.2024) ragehand, topbarana giran a artêşa Israîlê bi dehan hezar Filistînî neçar kirine ku birevin, ev jî di demekê de ye ku rewşeke karesatbar û mirovî û pizişkî jê peyda bûye.
Amaje jî daye, serê sibeha îro artêşa Israîlê li ser topbaran û komkujiya xelkê Filistînê li deverên cuda cuda yên kertê Xezzeyê bi rex Xan Yûnisê ve berdewam bû, herwesa kempên penaberan ên Cîbaliye û Dêr Bilhê jî topbaran kirin ku bi dehan Filistînî hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyên pizişkî piştrast kiriye ku ji ber topbarana Israîlê li kempa Cîbaliye çar kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Herwesa balafirên şerî yên Israîlê malek li ser cadeya Nefeqê li devera Sehabeyê kir armanc û çar kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Herwesa çavkaniyên tendirustiyê ragehand, her îro Israîlê malek li ser cadeya Mexribê ya taxa Sebreyê li başûrê Xezzeyê topbaran kir û heşt kes hatin kuştin.
Çavkaniyan ji Bergiriya Şaristanî ya Xezzeyê ragehand, artêşa Israîlê malek li devera Hedbayê li Dêr Bilhê li naverasta kertê Xezzeyê topbaran kir, hejmareke kesan jî hatin kuştin û birîndarkirin.
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2024ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.