Li Licê dijî madeyên hişbir operasyonek hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, li navçeya Licê operasyonek li dijî hilberîn û bazriganiya madeyên hişbir hatiye li darxistin û di encamê de 1 kes hatiye binçavkirin.

Ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekir ve li gundên navçeya Licê yên wek Hedik, Karahasan û Yolçati operasyona madeyên hişbir hat lidarxistin.

Di operasyona 22ê Tîrmehê hatî lidarxistin de, 785 hezar û 300 kenevîr, 444 hezar skunk, 342 kîlo esrara kubar, 37 kîlo esrara toz hatiye bidestxistin.

Parêzgeriya Diyarbekirê dide zanîn, madeyên hiçbir ên hatîn bidestxistin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine jinavbirin.

Di daxuyaniyê Parêzgeriya Diyarbekir de bal tê kêşan armanca operasyonan ew e ku têkiliya navbera rêxistina neyasayî û madeyên hişbir de were aşkerekirin û di encama operasyonê de kesek kesek hatiye desteserkirin û bo Serdozgeriya Komarî hatiye veguhastin.