Amerîka: Em pabend in bi alîkariya Pêşmerge bo têkbirina DAIŞê

Navenda Nûçeyan (K24) – Efserekî pilebilind ê Ofîsa Hevahengiya Asayişê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ragihand, ew ê berdewam bin ji bo alîkariya Pêşmerge û şiyanên wan, ji bo DAIŞ herdem şikestî bimîne.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê belav kir, Kolonel Gavin Rice li Ofîsa Kordînasyona Asayîşê ya li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê bi Fermandarê Lojîstîk ê Dihokê Lîwa Eyad û Fermandarê Leşkerê Sê Eqîd Haşim Sîteyî re civiya, ji bo gotûbêjkirina pêşxistina şiyanên xwe li gel hêzên Pêşmerge.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ragihand, tîmên Amerîkayê li komgehên lojîstîk ên Dihokê li ser erdê ne, ji bo piştgirî û perwerdekirina Pêşmergeyên ser bi Wezareta Pêşmerge û Lîwayên Pasewanên Herêma Kurdistanê.

Herwiha got jî: “Em berdewam in li ser alîkarîkirina Pêşmerge û pêşxistina şiyanên wan ji bo ku piştrast bin ku DAIŞ têkçûyî bimîne.”