Şêx Cehfer: Eger pêdivî bike, PDK û YNK li ser astê bilind dicivin

Şêx Cehfer Şêx Mistefa
Şêx Cehfer Şêx Mistefa

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê pêdivî dibîne ku, Parêzgerê Kerkûkê yê nû bi hevfêmkirina navbera hemî aliyên siyasî bê danan. Tekez jî dike, “Her dema pêdivî bike, PDK û YNK li ser astê bilind dicivin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên îro (Çarşem, 24.07.2024) serdana Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa kir. Piştî temambûna civînê jî, wan her duyan di daxuyaniyeke rojnamevanî de bersiva çend pirsyarên rojnamevanan da.

Şêx Cehfer: Hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê pêdivîtî bi lihevkirineke giştgir e

Li dû gotina Şêx Cehfer Şêx Mistefa, danûstandinên navbera aliyên Kurd, Ereb û Tirkimen ên bajarê Kerkûkê bi merema hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê, Serokê Civatê û pêkanîna hikûmeta xwecihî ya wê parêzgehê berdewam in.

Wî berpirsê YNKê tekez jî kir, “Parêzgerê Kerkûkê bi partiyekê nayê danan, çend pêkhate li bajarî hene û pêdivî ye ew hemî tevlî desthilatdariyê bibin û bi hevfêmkirina navbera hemî aliyan parêzgerek bê danan.”

Şêx Cehfer di derheqa civîna PDK û YNKê li ser astê bilind de jî tekez kir, “Her dema pêdivî bike, em dê li ser vî astî an jî li ser astê bilindtir bicivin.”

Navbirî ron jî kir ku, peywendiyên wan bi hemî aliyên siyasî re baş in û got, “Her dema hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin kirin, em dê li ser bingeha hejmara dengan bi aliyên siyasî re hev fêm bikin.”