Cotkarên Efrînê bi gilî ne: Rê tune ne ku berhemên me bigihin bazarên derveyî herêmê
Navenda Nûçeyan (K24) – Gundê Celemê yê Efrînê bi çandiniya Îsotan navdar e û her sal dahateke baş ji cotkaran re tîne. Lê îsal qazanc kêm bû û cotkarên Celemê dibêjin, lêçûn zêde ye û nirxê firotina îsotan kêm e, eger bi vî awayî berdewam bike, ew ê dest ji karê xwe berdin.
Li gundê Celeme yê Efrînê îsot li rûberekî berfireh tên çandin ku her sal qezenceke baş bi ser cotkaran de tîne, lê îsal ji bo cotkaran bi ziyan bû. Him ji ber rewşa keşûhewayê û him jî ji ber buhabûna dermanan û sotemeniyê.
Cotkar Cuma Çolaq ji K24ê re got: “Her sal ava projeyê (bendavê) dihat, cotkaran sûde jê didît, lê îsal av projeyê tune ye. Em bi zora mazotê îsotan digihînin, herwiha îsal nexweşî pir bû, ji ber rewşa keşûhewayê berhema îsotan jî kêm e. Semad û mazot buha ye, mala cotkaran xirap bûye.”
Cotkarên Celemê nikarin berhemê xwe ji bo derveyî Efrînê bişînin, ev yek jî bûye sedem ku nirxê îsotan li bazar gelek erzan be, cotkar dibêjin eger wiha berdewam be, ew neçar in dest ji çandina îsotan berdin.
Cotkar Ebdulselam Sadiq dibêje: “Gundê Celemê naskirî ye bi çandina îsotan de. Îsal baranê ne di dema xwe de lêkir, ji ber wê berhemanîna îsotan kêm e. Em îsotan berhev dikin û dibin bazarê, lêçûn zêde ye û nirxê wê kêm e, ji ber ku îsot nagihe bazarên derveyî herêmê, nirxê wê kêm e û em zererê dikin. Em bang dikin ku rêxistinin hebin piştevaniya sektora çandiniyê li Efrînê bikin.”
Efrîn yek ji navçeyên dewlemend bi berhemên xwe yên çandninyê yên cûda û berhemên wê digihan piraniya navçeyên Sûriyeyê, lê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê û çekdarên opozîsyona Sûriyeyê ve di sala 2018an, şandina berhemên Efrînê bo navçeyên din kêm bû, ev yek jî ziyaneke mezin digihîne cotkarên Efrînê.