Putîn di hevdîtina bi Esed re: Rewşa Rojhilata Navîn ber bi alozbûnê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Kremlînê Moskovayê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ew civiya û pêwendiyên dualî û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Kremlînê îro 25ê Tîrmehê danê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn şeva borî li Moskowê bi hevtayê xwe yê Sûrî Beşar El Esed re civiya.

Li gorî Kremlînê Putîn di destpêka civînê de ji Esed re got: “Ez pir meraq dikim ku nêrîna we bizanim ka rewşa herêmê bi giştî çawa bipêş dikeve, ku mixabin her ku diçe xirabtir dibe û ev yek rasterast ji bo Sûriyê jî derbas dibe.

Diyar kir jî, Serokê Rûsyayê got ku ev civîn derfetek e ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên dualî û rewşa navçeyê.

Putîn got jî: “Hêvîdar im ku em bikarin peywendiyên xwe yên bazirganî û aborî gotûbêj bikin ku meylên hêvîdar di wan de hene.”

Ji aliyê xwe ve, Beşar Esed got, rewşa niha ya Sûriyeyê, peywendiyên Sûriye û Moskoyê di asteke baş de ne.

Got jî: “Ji ber bûyerên ku li seranserê cîhanê û herêma Avrasyayê diqewimin, civîna me ya îro ji bo gotûbêjkirina hûrgiliyên geşedanên rewşê, aso û senaryoyên muhtemel pir girîng tê dîtin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov piştî hevdîtina Putin û Esed li Kremlînê diyar kir, Putîn û Esed ti belge îmze nekirine.

Fly Erbil Advertisment